26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kompaniyên taybet amade ne kîmyewiyê Sûriyê têk bibin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Jêderek ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ragihand ku, 20 kompaniyan amadebûna xwe jibo jinavbirina çekên kîmawî yê Sûriyê nîşan dane.

Beriya hefteyekê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî daxwaz ji kompaniyên peywendîdar kiribû ku nêzî 800 Ton madeyên kîmawî û 7,7 Milyon Litre bermayîyên rohn hene, lewra pêdîvî bi jinavbirina wan heye.

Lê wê çavkaniyê amaja bi navên wan komapnaiyan ne kiriye, tenê rêveberê cî bi cî kar li îkokîm yê Fînlandayê got: Kompaniya wan girîngiyê dide mijara  jinavbirina çekên kîmawî.

Navbirî di daxuyaniyekê bo Ajanasa Rueterê got: Me girîngî daye zanyariyên derbarê hin madeyên kîmawî.

Nûçeyên têkildar