Hikûmeta herêma Kurdistanê nûnerê xwe yê Swêdê guhart

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser siyaseta xwe vekirinê ber bi cîhana derve ve bedewam e û di vê çarçoveyê de û li ser berjewendiyên dualiyên hevbeş, hikûmeta Kurdistanê nûnerê xwe yê Swêdê Hêriş Xole Ezîz guhart nûnerek nû Hêriş Qadir Rehîm li cîyê wî dana.
Mistefa got: Bi fermana jimara 1427 li roja 18.11.2013ê birêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê biryara destnîşnakirina birêz Şoreş Qadir Rehîm wek nûnerê nû yê hikûmeta herêma Kurdistanê li welatê Swêdê da.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kar û xebatên birê Hêriş Xole Ezîz nûnerê berê yê hikûmeta Kurdistanê li swêdê bilin nirxandin û di heman demê de nûnerê nû yê hikûmeta herêma Kurdistanê Hêriş Qadir Rehîm pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Mistefa got ku, rmanc ji vê guhertinê zêdetir pêşxistina têkeliyên herêma Kurdistanê bi welatê Swêd re ye û giringîdane bi revenda Kurdistanî û gehandina peyama hikûmetê bo avakirina pira têkeliyan di navbera saziyên fermiyên swêdê û Kurdisrtanê ye.




