26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sefîn Dizeyî: Civîna Erdogan û Nêçîrvan Barzanî gelekî erênî bû

Çavkanî: KDP.info

KDP.info/ Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, civîna Barzanî û Erdogan nirxand û got: "Hevdîtin gelekî erênî û di atmosfereke baş de derbas bû."

 Dizeyî ku di nav şadna ku hevaltiya Serokwezîrê Barzanî dike li Enqere ji Ajansa Anadolu re got " Di demeke nêzîk de dê Tirkiyê daxuyaniyekê derbarê girêbesta di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de rabgihîne."

 Duh 27.11.2013 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li avahiya Encûmena Wezîrên Tirkiyê li Enqereyê civiyan.

 Derbarê têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de di warê enerjiyê de, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yeldiz derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê de got " Tiştê ku Tirkiyê digel Herêma Kurdistanê de Kiriye bêtir ji rêkeftinekê ye, belkî biryarnameyeke gelek girînge û derfetê li ber îmzekirina çend peymanên din vedike."

Nûçeyên têkildar