26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ferîdûn Sînîrlîoglû re hevdîtin kir.

 Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana Enqereyê de, bi Sînîrlîoglû re şîv xwar û hevdîtin kir.

 Barzanî, piştî şîvê bersiva pirsa rojnamevanan a derbarê hevdîtinên ku li Enqereyê de pêk anîne û got “Me hevdîtinên gelekî baş kirin. Min seredaneke xweş kir”.

 Duh, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Serowkezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re jî civiya.

Nûçeyên têkildar