26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan rewşa dawî ya navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû û 3 saetan berdewam kir. Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hatin bidestxistin, Barzanî û Erdogan rewşa dawî ya navçeyê gotûbêj kirin.

 

Di civînê de her du alî hevdem ligel giftûgo kirin derbarê peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de derbarê şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêya Tirkiyeyê re giftûgoyeke berfire kirin û peymanek di vê derbarê de îmze kirin.

 

Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir ku li Iraqê bêyî ku cudakariyê bikin bi hemû derdoran re pêwendiyan datînin. Erdogan di vê çarçoveyê de bal kişand ser serdanên Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû û Serokê Meclîsa Tirkiyê Cemîl Çîçek ên li Iraqê û got serdanên bi vî awayî dê berdewam bikin.

 

Li gor medya Tirkiyê, Erdogan destnîşan kir ku dê di demeke nêzîk de Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî serdana Tirkiyê bike û dixwazin civîna duyemîn a Konseya Hevkariyê ya Stratejîk a Tirkiye û Iraqê li dar bixin.

  

Erdogan diyar kir ku hêviya wî ew e ku piştî civîna Konseya Hevkariyê ya Stratejîk a Tirkiye û Iraqê bi fermî serdana Iraqê bike û di vê çarçoveyê de ji xeynî Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike.

Nûçeyên têkildar