Li gor belgeyekî Seydê Nursî piştevaniya şoreşa Şêx Seyid kiriye

Rojnameya Evro/ Bi salan li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nakokî li ser hindê hebûn ka Seyid Kurdî yan jî Seyid Nursî ku bi bedî zeman jî tê naskirin, piştevaniya şoreşa Şêx Seyid kiriye yan na û gelek berpirsên dewletê heta niha jî dibêjin Seydê Kurdî piştevaniya şoreşa Şêx Seyid nekiriye, lê belgeyekî nû yê ku di erşîvê dewleta Tirkiyê de peyda bû hemû rastiyan eşkire dike.
Li gor belgeyeka ku ketiye destê rojnamevanekî navdarê Tirkiyê Hesen Wîmen ketiye û wî jî daneyek bo rojnama evro şandiye aşikira dibe ku Seydê Nursî harîkariya şoreşa Şêx Seyid kiriye û ji ber vê yekê jî li wê serdemê de bi fermana Etaturik û serok wezîr Simet Înunî bo devereka dî ya dûr ji Kurdistana bakur hatî ye nefî kirin û di belgeyê da îmza Etaturik serok komarê wê demê yê Tirkiyê û çendîn berpirsên payebilindên dî yên Turkiya jî diyar dibe.
Di vê derbarê da Altan Tan endamê perlemanê Tirkiyê ku bi salan li ser Şêx Seyid Nursî kar kirî ye û niha jî xwe wek qutabiyek wî dibîne di daxoyaniyekê de diyar kir wê demê berpirsên Tirkiyê dixwastin di navbera kurdan de parçebûnekê dirust bikin û her kes dizane ku bedî zeman Seyid Nursî di nav Kurdan de xudan cihek mezin bûye û herwesa tirik jî rêzek mezin bo wî digirin û mirovek mezin bûye û siyasetmedarên tirik dixwastin bo kurdan diyar bikin ku şoreşa Şêx Seyid xelet bûye û ji ber hindê jî Seyid Nursî piştevaniya wê şoreşê nekirî ye lê ew bi belgeya ku niha di erşîvê dewleta Tirkiyê de derkevtiye hemû rastiyan bo me eşkere dike û dibêje: " Bi salan li ser binemayê xapandina gelê kurd dewleta Tirkiyê bizav kiriye kurdan bêy maf bihêle û niha jî yek bi yek hemû rastî bi belge eşkere dibin û ez dibêjim divê berpirsên Tirkiyê û gelek zanayên tirik ku heta niha digotin Seyid Nursî dijberiya şoreşa Şêx Seyid bûye daxwaza lêborînê ji gelê kurd bikin çunku wan rastiyên dîrokî berovajî bo gelê me diyar kirîne."




