26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şêwirmendekî Bush: Li Sûriyê dê kurd xweseriya xwe ava bikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Yek ji şêwirmendên ewlehiyê yên serokê berê yê Ameîkayê George W. Bush ê bi navê Stephen Hadley got, dê li Bakûrê Sûriyê (Kurdistana xweser) were avakirin.

 Şêwirmendê George W. Bush, Stephen Hadley di hevpeyvînekê de digel rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tiştên balkêş gotin.

 Wî şêwirmendê George W. Bush her wiha behsa şerê navbera komên çekdarên îslamî û hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û wiha axivî: “li Sûriyê di navbera kurdan û komên girêdayî El Qaîde şer û pevçûn heye. Divê Esed nemîne da ku ev pevçûn werin kontrolkirin. Divê rê neyê dayîn ku herêma Bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bibe herêmek aram bo El Qaîdê. Eger ev pêk were wê çaxê li hinek deverên ku komên etnîkî lê dijîn xweseriyek zêdetir çêbibe. Yek ji van deveran jî deverên kurdî ye ku dê bi ihtimalek mezin xweseriyê bidest bixe.”

Nûçeyên têkildar