Berdevkê hikûmetê: Bûdceya Herêma Kurdistanê ya sala bê ji 11% kêmtir e

Hewlêr-KDP.info/ Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku di bûdceya sala 2014an a Iraqê de kêmtirî 11% ji Herêma Kurdistanê re hatiye terxankirin.
Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî rexne li siyaseta hikûmeta navendî ya Iraqê derbarê dabeşkirina bûdceyê de girt û ragihand, di bûdceya sala 2014an a Iraqê diviya 17% ji Herêma Kurdistanê re hatiba terxankirin lê bûdceya sala bê ya Herêma Kurdistanê ji 11% kêmtir e.
Sefîn Dizeyî destnîşan kir ku bûdceya sala 2014an a Iraqê derdora 175 trîlyon dînar e ku tenê 18 trîlyon dînar ji Herêma Kurdistanê re hatiye terxankirin û wiha got: “Ev jî ji ber wê ye ku xercên saziyên serekî her sal zêde dibe.”
Dizeyî anî ziman ku Herêma Kurdistanê dê hemû rêyên qanûnî bo bidestxistina mafê xwe yê 17%ê bûdceya Iraqê bikar bîne.




