26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Anan: Sûrîya henekên xwe bi biryarên navdewletî dike

Çavkanî: KDP.info

Şandîyê hevpişkê NY û Komkara Erebî Kofî Enan bo mijara Sûrîya, berpirsên Sûrîya bi rêznegirtina biryarên navdewletî gunehbar kir.

Di evê derbarê de li gorî Anan  ji Press Syria re ragihand, ku berpirsên Sûrîya bi encamdana komkujîya Termîse dan nîşandan ku ew henekan bi birîyarên navdewletî dikin û rêz li evan biryaran nagirin.

Herweha Anan eve jî ragihand, ku wî yadeştek arasteya Encumena Asayîşa Navdewletî kirîye û tê de daxwaz kirîye ku bi zû tirîn dem de ev Encumena han bihê nav bûyeran û aştîyê li Sûrîya dabîn bike.

Wek tê xuyakirin, ku roja pêncşemê komkujîyek mezin li gunde termîse li ser destê rejîma Sûrîya hat encamdan û di têde zêdetir ji 220 kesî li gorî çalakvanên şoreşgerên Sûrîya hat encamdan.

 

Nûçeyên têkildar