26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçhîrvan Barzanî li ser pirsa boriya petrolê serdana Bexda dike

Çavkanî: KDP.info

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Nêçhîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed doh li Hewlêrê civiya û biryar hat dayîn ku li ser projeya boriya petrolê ya herêmê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike.

 Di destpêka civînê de hilbijartina 21’ê Îlonê ya Parlamentoya Kurdistanê hat gotûbêjkirin û di vê derbarê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: "Eger kêmasiyek jî çêbûbe, hilbijartineke baş û serkeftî birêve çû û niha hino hino ferhenga hilbijartinê li Herêma Kurdistanê cîgir dibe."

 Derheqa kabîneya dahatû ya hikûmeta Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî got: "Xwestekeke piralî ji hemû aliyan ve heye ku di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de beşdar bibin û dixwazin ji bo pêkanîna kabîneyê bernameyekî hevbeş hebe."

 Li ser dema kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê de jî Serokwezîr wiha axifî: "Bi baweriya min çar salên dahatû bingehdanîna dam û dezgahen e û emê bi cidî kar ji bo vêna bikin, ez dixwazim aliyên din jî beşdar bibin, lê belê mercên ku neyên cîbicîhkirin em ji kesî qebûl nakin, ligel her aliyekî ku fikrên me yên hevbeş hebin, em dê hikûmetê ligel wê pêkbînin, em dixwazin çar salên dahatû çar salên aramî, xizmetguzarî û xweşguzariyê bin."

 Di beşekî din ê civînê de jî qala projeya boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hat kirin û di vê derbarê de Barzanî got: "Projeya wê boriya petrolê ku li gor rêkeftineke hikûmeta Kurdistanê ligel Tirkiyê hatiye damezrandin, hindik maye biqede, herwiha Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û tîma wî berdewam li ser projeyê kar dikin û em pêşbînî dikin ji serê sala nû ve dest bi hinardekirina petrolê bikin. Her ji bo vê mebestê jî di dema pêş de ez ê serdana Bexdayê bikim û em dê naveroka rêkeftin û projeyê ji hikûmeta federal re zelal bikin, em dê hewl bidin wan têbigihînin ku fêdeya wê ji bo hemû İraqê ye."

 Di civînê de herwiha li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê dosya wan kesên ku ji Herêma Kurdistanê bo şer diçin Sûriyê hat nirxandin û biryar hat dayîn ku lijneyek bi serokatiya Wezîrê Navxwe û aliyên peywendîdar were pêkanîn, daku vê meselê bişopîne û bizane sedem çine û rê li vê diyardeyê bigire. Her di vê derbarê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarê Olî da zanîn ku ji aliyê wezareta wan ve bi awayekî fermî mamosta û gotarbêjên olî hatine agahdar kirin daku di nimêjên înê de li dijî vê rewşê rawestin.

Nûçeyên têkildar