26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Barê derûnîya Malikî ne cihgire

Çavkanî: KDP.info


Kesên nêzîkên serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî, wî bi evê çendê gunehbar dikin, ku ew bi nexweşîya derûnî keftîye û hest bi kêm kesayetîya xwe dike.

Çend kesên nêzîka serokê wezîrên Iraqê ji rojnama Sîyasî ya Kuweyîtî re ragihand, ku Malikî di heman demê de rola du kesayetîyan dilîze, yek ji wan pêkol dike ku bibe takrawîyê desthilatê û duyem jî daxwaza pêkhatina hukûmeta hevpişka niştimanî dike û pişkdarîkirina hemû alîyên sîyasî di desthilatê de.

Weha jî ragihand, ku heta Amerîka ji sîyasetên Malikî dilgirane û çi bawerîya Amerîka pê nemaye.
Herweha jî got, Nûrî Malikî nexweşîyek di serê wî de ye û ji bo evê mebestê bi çendan caran ber bi Brîtanîya ve çûye.

Nûçeyên têkildar