Fûad Hisên: Heta pirsgirêkên Rojava nehên çareserkirin Kongreya Neteweyî nahê sazkirin

Serokê Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên derbarê paşxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd de ragihand, ku heta pirsgirêka di navbera PYDê û partiyên Rojavayê Kurdistanê de nehê çareserkirin, Kongreya Neteweyî nahê sazkirin.
Li gor ajansa PNA Fûad Hisên got "Pirsgirêka mezin di navbera PYDê û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê de heye û bandora vê yekê dê li ser helwestên nav Kongreya Neteweyî ya Kurd yan jî di nav komîteya amadekar de hebe."
Hisên diyar kir ku berî çar salan behsa kongreya neteweyî hat kirin, lê rewşa siyasî û babetî ne guncayî bû û got "Dema pêvajoya aştiyê li Tirkiyê destpê kir û rewşa Sûriyê hat guhartin û pariyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê biryar dan bi hev re kar bikin, zemîne ji bo kongreya neteweyî xweş bû."
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha got "Pêşniyara sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve hat dayîn û komîte jî hat avakirin, lê negihiştine encamekê û rewşa Rojavayê Kurdistanê jî hat guhartin."
Fûad Hisên tekez kir ku heta pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê neyên çareserkirin, Kongreya Neteweyî nahê sazkirin.




