26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bo çaresernekirina arîşeyên deverên dabrayî Ban Ki-moon hoşdarî da

Çavkanî: KDP.info

Ban Ki-moon emîndarê giştîyê Neteweyên Yekbûyî NY di raportekê ya derbarê deverên dabrayî de belavkirîye û tê de haydarî da û dibêje" astengî tê çêkirin li hember çareserkirina arîşeyên deverên dabrayî".

Di evê derbarê de li gorî rojnama Rudaw, Ban Ki-moon emîndarê giştîyê Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe de ya ku roja înê pêşkeşa NY kirîye ragihand, ku tengasîyên sîyasîyên Iraqê astengîyan li hember pêkolên çareserkirina arîşeyên deverên dabrayî bi taybetî arîşeyên sinûrî ewên nekokî li ser hene çêdike.

Ban Ki-Moon daxwaz dike ku bi awayekî tewafiqî û giştgîrî û li gorî destûra Iraqê û ji bo pêşerojeka aştîyane kar bikin.
Di derbarê karê şandera NY li Iraqê Ban Ki-moon weha da nîşandan, heger hemû alî bi hevdu re bi rastî çareserîyekî nebînin wê demê astengî dihête ber pêkolên wan.

Her di evê raportê de ya di derbarê rewşa Iraqê, Ban Ki-moon dibêje berdewam nekokî û astengîyên sîyasî bandoreka xirap li ser rewşa emîna welêt hebe û hoşdarî dide li zêde bûne tengasîya sîyasîyên Iraq.

Nûçeyên têkildar