Bi amadebûna serokê herêma kurdistanê roja serxwebûna Feranse hat encamdan

Îro bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê, cihgirê serokê parlîyamenta Kurdistanê, wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê, konsulên û nûnerên welatên bîyanî û mamosteyên zanîngehên li bajêrê Hewlêrê dêrendazeya salvegera şoreşa Feranse hat sazkirin.
Ji destpêka evê dêrendazeyê D. Frîdrîk Tîso konsulê giştîyê Feranse li herêma Kurdistanê, ji bilî sipaskirina amadebûyan ragihand ku gelek dilxweşe di maweya pênc salan wek konsulê Feranse li herêma Kurdistanê kar dike.
Navhatî weha jî ragihand, ku ev boneya han taybete bi şoreşa 14ê tîrmeh a sala 1789, lê belê eve jî dawîya karê mine wek konsulê Feranse li herêma Kurdistanê.
Di pişkeka dina axaftinên xwe de, D. Frîdrîk Tîso weha jî got ku ew xwe bi dostê kevinarê gelê kurd dizane û di maweyên çend salinê buhrî de ji Kurdan gelek nêzîk bûye û bi taybet sala 1991 ku wê demê kurd gelekî pêdivî bi hevkarîya gelên cîhanê hebûye.
D. Frîdrîk Tîso weha jî da nîşandan ku li sala 1991 bi hemahingî digel xatûn Danîyal Mîtran dosta kevnara gelê Kurd, gelek hevkarîya gelê Kurd kirine.
Weha jî got, îro ez dibînim ku gelê Kurd xwdî hukûmeta û serokê xwe yekser hilbijartîye ez gelekî dilxweş dibim û ji vê jî hayadarim ku herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir ber bi pêşkevtinê diçe bi taybetî ji alîyên aborî û pêwendîyên dîblomasî digel derve.
Piştire jê serok Barzanî bi evê bpneyê gotarek pêşkeşkir û têde ji bilî pîrozbahîya gelê Firanse amaje bi pêwenîdyên kevnarên berê û nihayên navbera gelê Kurd û gelê Franse kir.




