25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: Em ji bo şandina petrolê mohletê ji kesî nastînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî ragehand ku roj bi roj kêlgehên petrolê yên nû li Herêma Kurdistanê tên dîtin û got: "Dahata petrola me jî şefaf e û em ji bo şandina petrolê mohletê ji kesî wernagirin."

 Aştî Hewramî di Konferansa Konseya Atlantîk a Enerjiyê de wiha axifî: "Roj bi roj li Herêma Kurdistanê kêlgehên petrolê tên dîtin, loma ji bo rojane yek milyon bermîl petrol bê şandin derfeteke maqûl li ber destê me ye, em dixwazin rojane 2 milyon bermîl petrol bişînin derve, lê ji bo vêna pêdiviya me bi teklojiyayeke pêşketî, danîna boriyên petrolê û ezmûna navdewletî heye."

 Hewramî got: "Meha dahatû em bibin şahidê wêya ku ew şirketên di warê petrolê de li İraqê sermaye razandine, sermayeya wan li wan were vegerandin, wate mafê wan şirketan neyê xwarin."

 Derheqa civîna Barzanî û Erdogan a Diyarbekirê de jî, Hewramî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Ew civîna han derencama peywendiyên aborî bû, peywendiyên navbera me ew derfet xuliqand, niha em dikarin li welatê xwe jî wan civînên wiha saz bikin, loma ez daxwaz dikim werin em bi hev re kar bikin, dahata wê bi awayekî yeksan dabeş bikin û bingehê İraqeke yekgirtî deynin."

 Aştî Hewramî tekez kir ku hinardekirina-şandina petrol û gaza xwezayî mafekî rewa yê Herêma Kurdistanê ye û wiha pêde çû: "Ji bo hinardekirina petrol û gaza Herêma Kurdistanê pêwist nake em ji hîç kes û aliyekî daxwaza mohletê bikin, ji ber destûra Iraqa Federal ew maf daye me."

 Hewramî bibîr xist ku ew bi awayekî şefaf petrolê difroşin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Dahata petrolê li ba me şefaf e. Firotina petrola xam ne di jêr destê hîç kes û aliyekî de ye, hemû tişt gelekî bi şefafî birêve diçe, bi rastî bi vî awayî me kariye 50-60 şirketan razî bikin daku werin li Herêma Kurdistanê karê veberhênanê bikin."

 Hewramî axaftina xwe wiha qedand: "Jimara hesabekî me li Tirkiyê ji bo wergirtina dahata petrolê dibe, li gor peymanan emê wek miqawil pereyên veguhestinê bidin û yê dimîne jî bo Iraqê ye. Herwiha piştî bidawîhatina amadekariyan, eger hîç pirsgirêkeke nû dernekeve, wê demê emê di destpêka sala dahatû de dest bi hinardekirina petrolê bo Tirkiyê bikin."

Nûçeyên têkildar