26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Daxuyaniyek ji cihgirê serokê hukûmet

Çavkanî: KDP.info

Îmad Ehmed cihgirê serokê hukûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje, ku arasteya dezgehên ragihandinên dike û tê de behsa evê çendê dike ku:

Di çarçoveyê karkirina min de weke cihgirê serokê hukûmet li kabîneya heftem a hukûmeta herêma Kurdistanê, gelek caran di kanalên ragehandinê de behsa hindek biryar, kar û çalakiyên hukûmeta herêma Kurdistanê tê kirin û wan kar û çalakiyên bi navê min belav dikin. Ew biryar, kar û çalakî yên hukûmeta herêma Kurdistanê û serokatiya civta wezîran in û ji aliyê kabîneya heftem bi aramca xizmetkirina hevwelatiyan tên kirin.

Metodê karê me, her ji destpêka pêkanîna kabîneya heftem, karê hevbeş û xizmetkirina xelkê Kurdistanê bêcudahî ye, hemû çalakî û biryar bi rawêkirin û di civînên civata wezîran de tên behis kirin. Ji ber vê yekê her kar, çalakîyek bê kirin û biryarek ji aliyê cihgirê serokê hukûmetê ve der biçe, bi sîvetê wezîfeya wî ye û biryarên hukûmeta Kurdistanê ne, nebiryarên şexsî ne. Bi vî awayî em xwe ji derketina şexsî dûr dikin û karkirin bi ruheke berprisiyariyê û li ser esasê saziyên bihêztir dikin.

Em hêvîdar in ku, kanalên ragehandinê vê rastiyê li ber çavan bigirin.

Îmad Ehmed
13.07.2012

 

Nûçeyên têkildar