Yekîtiya Ewropa: Piştevanyê li seredana Barzanî bo Amedê dikin

Tirkiyê-KDP.info/ Berpirsa peywendiyên derve ya Yekîtiya Ewropa di daxoyaniyekê de ragehand ku ew ji seredana serokê herêma Kurdistanê bo bajêrê Amedê gelek kêfxweşin û piştevaniyê li pêşvebirina peywendiyên Turkiye û herêma Kurdistanê dikin û hêvî xwest ku Tirkiyê mafê kurdan di her biyavekî da qebûl biket.
Katirîn Ston berpirsa peywendiyên derve ya Yekîtiya Ewropa di daxûyaniyekê de ragehand ku ew wek Ewropa gelek kêfxweş dibin demê ku peywendiyên di navbera welatên rojihelata navîn de geşe dike û aştî pêş dikeve û got: " Seredana Mesud Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Tirkiyê gelek giring e û em piştevaniyê li peywendiyên herdu aliyan dikin çunku peywendiyên wesa xizmeta aramî û aştiya deverê diken."
Katirîn Ston her wisa diyar jî kir ku demê wê yekê hatiye ku Tirkiyê mafên gelê kurd li Tirkiyê bide û di distûrê bingehîn de mafên kurdan bicih bike û got: " Em ji nêzîk ve ji rewşa Tirkiyê agahdarin û baş dizanîn ku bi dana mafên kurdan dê Tirkiyê zêdetir pêş bikeve û mafên kurdan bo hemû Yekîtiya Ewropa û her wisa bo devera rojihelata navîn jî gelek giring e."




