25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê: Divê hatina Barzanî BDP’ê aciz neke

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-Ajans/ Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç ragehand ku divê BDP ji hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Diyarbekirê aciz nebe. Arinç, xwedî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derket ku ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî merasîma li Diyarbekirê bû û nerazîbûna BDP’ê ya ji vê serdanê jî rexne kir.

 Arinç ji Emerîkayê beşdarî bernameya zindî ya TRT Haber bû û derbarê nerazîbûna BDP’ê ya ji serdana Barzanî, wiha got: "BDP’yiyan anîn ziman ku hatina rêzdar Barzanî bo Tirkiyê û piştgirîkirina wî ya ‘pêvajoya çareseriyê’ xelet e; Wek bibêjin ket pêşiya Ocalan; bi rastî ez van axaftinan gelekî şaş dibînim. Ji ber ew hemû yên van rexneyan dikin car car dema tengav dibin yekser diçin Bakurê İraqê û li Hewlêrê serdana Barzanî dikirin. Barzanî ji bo wan gelekî girîng bû; Axaftina wî, tevgera wî, îmkanên ku didan wan gelekî girîng bûn, bazdidan û diçûn bihev re wêne digirtin. Lê wiha dixwiye hatina Barzanî bo Tirkiyê û cîhgirtina wî ligel birêz Serokwezîrê me ew gelekî aciz kirine. Divê qet wan aciz neke, evna hesûdiyeke nizanim lê dema Barzanî hat çû serdana şaredariyê jî, ligel parlamenteran jî rûnişt û axaftinên wî yên piştî wan hevdîtinan ligel ên meydana mîtingê yek bûn. Çima ji vêna aciz dibin, çima hesûdiyê dikin û yan jî çima rexne dikin bi rastî divê mirov berê xwe bide axaftinên wan. Em pêvajoya çareseriyê ligel xelkê birêve dibin, ger siyasetmedarên BDP’yî piştgiriya vêna bikin gelekî baş e; lê bikin kelem dê gel wan derbas bike." Basnews

Nûçeyên têkildar