Bo pêkanîna hikûmetê Şanda PDKê ligel Tevgera Islamî civiya
Namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana baregahê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir û ligel Sekreterê Tevgera Islamî Îrfan Mela Elî civiya.
Piştî civînê di press konferansekê de Namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Islamî ya Kurdistanê Îrfan Mela Elî naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.
Di civîna çapemeniyê de Îrfan Mela Elî got: "Wek Tevgera Îslamî me hê biryara xwe nedaye ka beşdarî hikûmetê bibin an na, niha hê zûye bo wê biryarê. Hêviya me ew e kabîne heştem ya ji heftem bihêztir be û karên cidî bike bo hevwelatiyên Kurdistanê."
Hevdem Namzetê PDK’ê bo pêkanîna kabîneya nû Nêçîrvan Barzanî jî wiha axifî: "Di hilbijartinê de ne tenê ew her pênc alî (PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Islamî, Komela Islamî û Komela Islamî) biser ketin, lê hemû Kurdistan biser ket. Hêviya me jî ew e ku Kurdistanê ber bi qonaxeke nûtir ve bibin.’"




