Wezîrê çandiniyê beşdarî konferensa Bosfor bû

Stenbul-KDP.info/ Li bajarê Stenbulê wezîrê çandiniyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Sîrwan Baban beşdarî di konferensa Bosfor 4 ku, bi hevkariya rêxistina navdewletî ICP hatiye amade kirin, kir û li ser giringiya zîraetê gotarek pêşkeş kir.
Di konferensê de ku, roja 21ê vê li Tirkiyeyê li bajarê Stenbulê dets bi kar û çalakiyên xwe kir, wezîrê çandiniyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser giringiya sktora zîraet û xurakê li Rojhilata Navîn gotarek pêşkeş kir.
Ev konferens ku dê sê rojan berdewam be tybate bi tesîra rola herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê di pêkanîna aboriya cîhanê û pirsgirêkên dikevin pêşiya pêşkeftina warê çandiniyê de li hermê.
Di konferensa Bosfor 4 de serokomarê Tirkiyeyê Abdula Gul jî beşdarî konferensê bû û peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de û got ku, ev koinferens derfteke ji bo ku beşdarên konferensê bikarin rû bi rûyê arîşe û pirsên aborî û civakî yên vê serdemê bibin derfetek baş e




