26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Rûsiya rewşa Rojhilata Navîn û Sûriyeyê gengeşe kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Valerî Pospîlov konsulê giştiyê Komara Rûsiyaya Federal yê herêma Kurdistanê kir û di dîdarekê de behsa peywendiyên navbera her du aliyan û zêdetir xurtkirin û berfirehkirina wan têkeliyan di warên cuda de  kirin.

 Berpirsê têkeliyên derver li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya helwesta hikûmeta Rûsiyayê kir ku, yekemîn welat bû alîkarî pêşkeşî penaberên sûrî yên li herêma Kurdistanî kirin.

 

Felah Mistefa xebatên welatê Komara Rûsiyaya Federal ji bona bihêzkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re di warê xwendin, zanîngeh û berdestkirina 30 kursî bi xwendekarên kurd ku li zanîngehên Rûsiyayê xwendina xwe bixwîn in, bilind nirxandin.

 

Her du aliyan pêşhatên siyasî yên herêmî û Rojhilata Navîn û rewşa Sûriyeyê û tesîra wê li ser deverê  gotûbêj kirin.

 

Nûçeyên têkildar