Erdogan: Navê rojhilat û başûrê rojhilata Anadolê Kurdistan e

Enqere-KDP.info/ Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna grupa Ak Partiyê de got ne tenê navê başûrê Kurdistanê lê belê navê herêma rojhilat û başûrê rojhilata Anadolê jî Kurdistan e.
Erdogan di hevdîtina digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de 16-ê vê mehê ji bo başûrê Kurdistanê gotibû (herêma Kurdistanê ya li Bakurê Iraqê) û partiyên wekî CHP û MHP-ê ji bo wê gotinê êrişî wî dikin.
Erdogan duh 19/11/2013 bersiva rexneyên CHP û MHP-ê da û hêj zêdetir çû û got: " Kesên dijayetiya peyva Kurdistanê dikin, bila biçin serdema Osmaniyan dê bibînin ku rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê wek eyaleta Kurdistanê dihat binavkirin."
Erdogan serdana xwe ya Diyarbekirê jî nirxand û kesên ji ber gotina wî ya ’Kurdistan’ wî rexne dikin re got: " Eger CHP û MHP biçin kitêbxaneya parlementoyê li qeydên rûniştinên veşartî binêrin dê bibînin ku di qeydên destpêkê yên Parlementoyê de peyva ’Kurdistan’ hatiye bikaranîn. Hem di zebtan de, hem jî di axaftinên Mistefa Kemal de tiştê ku niha dijayetiya wê dikin dê bibînin. Dê peyva Kurd di wê parlementoyê de bibînin. Di wan zebtan de dê peyvên Gurcî, Laz, Ereb û Boşnak bibînin, peyva Kurdistanê dê di wan zebtan de bibînin. Di wan zebtan de gotina Enasir-i Îslamê jî dê bibînin."




