komîteya Fetwayê: Sirûda Ey Reqîb ne li dijî ola me ye

Hewlêr-KDP.info/ Yekîtiya Zanayanên Olî ya ser bi Yekîtiya Zanayanên Olî ya Kurdistanê ve rexneyên partiyên islamî li ser Ey reqîb red kir û dibêje sirûda Ey Reqîb ne li dijî ola weye.
Duh 19/11/2013 komîteya bilind ya fetwayê ya ser bi Yekîtiya Zanayanên Olî ya Kurdistanê derbarê rexneyên partiyên islamî yên Kurdistanê ên li ser sirûda Ey reqîb daxuyaniyek weşand û ew rexneyên han rexneyên bêyî bingeh û dûr ji rastî wesif kir.
Li gorî daxuyaniya han di nava sirûda nîştimaniya Kurdistanê de ti peyv an jî ti pîtek ku, li dijî pîwer û şîretên şerîeta islamê bin nehatine bikar anîn û ti kêşeyeke sirûda Ey reqîb bi warê olî û şerî de tuneye.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, ew rexneyên ku, li ser Ey reqîb tên kirin dûrin ji pîwerên exlaqî û ola îslamê.




