Balyozxaneya Êranê li Bêyrûdê hat teqandin

Ajans-KDP.info/ Li Beyrûtê paytexta Libnanê li nêzîkî balyozxaneya Êranê 2 teqîn hatin encamdan û di nav de rawêjkarê rewşenbîrî yê balyozxaneya Êranî jî heye 25 kes hatine kuştin û 150 kes jî birîndar bûne.
Ajansên nûçeyan ragehandin ku, Duh 19/11/2013`an li navçeya Cenah a li başûrê Beyrûtê 2 teqîn hatin encamp dan, yek ji aliyê kesekî xwekuj ve ku dimeşiya û xwekujekî din bi otombêleke bombekirî ve hatiye encam dan.
Her weha kanala Alem a nûçeyan jî diyar kir ku rawêjkarê rewşenbîrî yê balyozxaneya Êranê bi navê Şêx Îbrahîm Ensarî di teqînê de jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê xwe ve jî ketîbeyên Ebdula Ezam a ser bi rêxistina Qaîdê berpirsyartiya xwe ya wê êrişa li ser balyozxaneya Êranê li Beyrûtê ragihand.
Her weha wezareta derve ya Êranê ew teqîn şermezar kir û ragihandiye ku ew bûyer bi hêsanî derbas nabe




