25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û Goran bo pêkanîna hikûmetê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Di çarçoveya civînên şanda danûstandinkar a partiya demokrata Kurdistanê yên bi part û aliyên siyasî yên Kurdistanê re, duh şanda danûstandinkar a PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana tevgera Goranê kir û bi tîma danûstandinkar a evê tevgerê re civiya

Di civînê de PDK û Goran behsa pîwerên pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û çawetiya beşdarî kirina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di nava hikûmeta nû de kirin.

Piştî bi dawî hatina civîna han her yek ji Serokê heyeta danûstandinkar ya PDKê Nêçîrvan Barzanî û Serokê tevgera goranê Newşîrwan Mistefa di presskonferanseke hevbeş de naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.

Di vê presskonferansa han de her du alî eşkere kirin ku, civîna han civîneke gelek girîng û serkeftî bûye û li ser çendîn xalên hevbeş bi taybetî li ser çawetiya pêk anîna hikûmetê lihev kirine.

serokê şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di wê kongireyê de ragihand ku me civînek gelek baş bi hev re pêkanî û me herdu aliyan nêrînên xwe anîn ser ziman li ser hikûmeta dahatu ku bi çi rengî be. Ta radeyek gelek nêrînên me nêzî hevdu bû. Piştî vê yekê jî, emê lîjneyekî pêkbînin ji bo bicîanîna naveroka civîna me herdu aliyan.


Barzanî dazanîn ku ewê di hewldanên xwe de berdewam bin heya ku di demeke nêz de hikûmeteke hevbeş pêk bînin.

Her weha derbarê parêzgarê Silêmaniyê jî, Barzanî got: Me nêrîna biraderên Goran guhdar kir û emê li gorî yasayê wê mijarê çareser bikin

Nûçeyên têkildar