Nêçîrvan Barzanî: Em dikarin digel YNKê hikûmetê pêk bînin

Cîgirê Serokê PDKê û berbijarê PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK di wê baweriyê de ye dikare digel YNKê hikûmetê pêk bîne. Cîgirê Sekreterê YNKê Berhem Salih jî ragihand, YNKê biryar daye beşdarî hikûmeta nû bibe.
Civîna navbera şandên PDK û YNKê yên bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ku duh (18.11.2013) saet 12:00 li Silêmaniyê destpê kiribû, bidawî bû.
Piştî civînê, serokên şandên her du partiyan Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civîneke rojnamevanî ya hevbeş li dar xistin.
Di destpêka kongireyê de, Berhem Salih ragihand ku me di civîna digel şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê de, faîla pêkanîna hikûmeta dahatu gotûbêj kir û me ji Partiyê re aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wê di hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dahatuyê de beşdar bibe " Jibo ku em bi hevre vê qonaxa nû bi programeke ji bo parastina herêma xwe û sûd ji derfetên ku ji Kurdan re derdikevin bigrin û çaksaziyeke ku xelik dixwaze û pêkanîna hikûmeteke yekgirtuyî rasteqîne di Herêma Kurdistanê de bête bicî anîn."
Ji aliyê xwe ve, birêz Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew dikarin digel YNKê hikûmetê pêk bînin û da zanîn, dê digel Tevgera Gorran û partiyên din jî li ser çawaniya pêkanîna hikûmetê hevdîtin bikin da ku bizanin nêrîn û helwesta wan li ser hikûmeta nû çiye.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, ev civîn fermî nînin ji ber ku heta niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesdû Barzanî ew bo pêkanîna hikûmetê erkdar nekiriye tenê wek berbijarê PDKê dest bi gotûbêjan kiriye.
Serokê şanda PDKê her wiha da zanîn, di civîna digel YNKê de biryar dan ku hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê roja 30ê Nîsana 2014an were lidarxistin.
Dr. Berhem Salih jî da zanîn ku di civênê de qala pêkanîna kabîneya nû kirine û got: "Me ji şanda PDK’ê re got ku em dê wek YNK’ê bi awayekî aktîf û rasteqîne beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin."
Berhem Salih tekez kir ku ew pêbendê rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNK’ê ne û axaftina xwe wiha qedand: "Bi wê rêkeftin û hevpeymaniyê gelek destkeft bo gelê Kurdistanê hatine bidestxistin




