26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Husên: Tu peyman di navbera Serok Barzanî û Erdogan de nehatine îmzekirin

Çavkanî: KDP.info

Derheqê hevdîtina di navbera Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên ragehand ku ti peyman nehatine morkirin û got: "Di hevdîtina duqolî de li ser Rojava axaftin nehatiye kirin û di mijara enerjiyê de ti peyman nehatine mohrkirin."

 Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, nûçeyên ku dibêjin; bi Tirkiyê re li ser 4 xalan li hev kirine, derew derxistin û diyar kir ku pêkanîna dijî Rojava ya li ser daxwaza Tirkiyê nehatiye rojevê û got ku hevdîtin bi tevahî (hevdîtineke siyasî) bû. 

 Li gorî ajansa Basnews Husên wiha axivî: " Di hevdîtina bi Serokwezîr re, em li ser pêvajoya çareseriya pirsa Kurda bi rêyên aştiyane û demokratîk axifîn. Rewşa li Sûriyê bi awayekî giştî hat nirxandin. Lê belê biryardarî û mijareke ku Hikûmeta Kurdistanê dê destûrê nede rêveberiyeke de facto ya PYD’ê li Rojava dixwaze ava bike, nehatiye rojevê. Mijara xeta boriya petrolê û mijara enerjiyê ya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nehat axifîn. Ji ber ku ev mijar karên navbera hikûmetan in, peymanek di vî warî de bi ti awayî nehat rojevê."

Nûçeyên têkildar