26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Tûrîzm aliyekî giring yê aboriya me ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Yekemîn konferensa navdewletiya tûrîzmê li herêma Kurdistanê, duh roja 17.11.2013ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Kurdistanê Dilşad Şehab wezîrê tûrîzmê, dest bi kar û çalakiyên xwse kir.

 

Di konferensê de ku,, wezîrê bazirganiyê, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, wezîrê tûrîzma Îraqê û nûnerên zêdetir ji 80 welatên cîhanê û 120 kompaniyên warê tûrîzmê amade bûn, Mewlewî Cebarî serokê desteya giştiya tûrîzma Kurdistanê di peyvekê de got ku, pirosesa geşkirina warê tûrîzmê li herêma Kurdistanê berdewam e û rêjeya hatina tûrîstan bo herêma Kurdistanê be bi zêdebûnê ve diçe. Wî got ku, herêma Kurdistanê di warê tûrîzmê de taybetmendiya xwe heye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî di warê pêşxistina tûrîzma Kurdistanê de siyaseteke diyar û bi pilan heye.

 

Di merasima destpêkirina yekemîn konferensa tûrîzmê li herêma Kurdistanê, Bender Fehed serokê rêxistina tûrîzma erebî di axaftina xwe de silavên serokê komkara erebî bi walî û xelkê Hewlêrê gehandin û bi minasibeta hilbijartina Hewlêrê weke paytexta tûrîzma welatên erebî pîrozbahiyên xwe pêşkeş kirin.

 

Wezîrê tûrîzma Îraqê jî di peyva xwe piştevaniya xwe bo hilbijartina Hewlêrê weke paytexta tûrîzma welatên erebî bo sala 2014ê diyar kir  û got ku, her ji destpêkê hikûmeta Îraqê ji bona ku, Hewlêr bibe paytexta tûrîzma erebê xebitiye.


Peyva serokwezîrê Kurdistanê ji aliyê Dilşad Şehab wezîrê tûrîzma Kurdistanê ve hat pêşkeş kirin.

 

Serokwezîrê Kurdistanê di peyva xwe de tekîd dike ku, hikûmeta herêma Kurdistanê tûrîzmê weke yek ji sê sktorên sereke yên pêşkeftinê û berhemanînê diyar kiriye.  Tûrîzm rêyeke ku, gel û kultur nêzîkî hev bibin, ji hev fêm bikin û sînorên zaniyariyên xwe berfirehtir bikin. Li Kurdistanê gelek şûnwarên dêrîn û navdar li cîhanê hene weke; keha Hewlêrê ku, hevintirîn bajarê cîhanê ye heta nuha jiyan têde berdewam be. Mirovê Niyandirtal li şikefta Şander hatiye dîtin û çend cîyên din yên dêrîn li herêma Kurdistanê hene û ev hemû dê di warê pêşxistina tûrîzma Kurdistanê de roleke mezin bilîz in.

 

Serokwezîrê di peyva xwe de dibêje: ”Me li herêma Kurdistanê ji bona du mexsedan me sud ji çiyayên xwe wergirtiye; berê ji bona xweparastinê û nuha jî ji bona tûrîzmê û xweşjiyaniyê….. Pêwîste hemû hevwelaiyên Kurdistanê, ji bon aparastina jîngeh û parastina ciwaniya bajar, deşt û derên Kurdistanê, bi berprisiyariya xwe rabin…. Sektora tûrîzmê aliyekî giring yê aboriya me ye û dahatiniyê vê sektorê ji hotêl, dukan, xwarngeh û ciyên din yên tûrîztî bi awayekî ber bi îav zêde kiriye. ”

 

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya gotara xwe de di yekemîm konferensa tûrîzma Kurdistanê de dibêje ku, herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hemû kompaniyên navxwe û biyanî dike ku, beşdariyê di pêşxistina sektora tûrîzmê de bikin.

 

Serokwezî di axaftina xwe de daxwazê ji xwendekarên derçûyên peymangeh û kolêjan dike peywendiyê bi sektora taybet bikin û herwesa daxwazê ji kompaniyan dike sud ji îmkanên xurt û gêncên Kurdistanê bibînin.

Nûçeyên têkildar