26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Piştî wê yekê ku li ser vexwendineke fermî ya Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê, birêz Mesûd Barzanî serdanekî dû rojiya ya bajarê Amed a Bakûrê Kurdistanê kiribû, êvariya duh vegeriya Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinêye li vê serdanê de Serok Barzanî, li gel Serok Wezîrê Tirkiye û berpirsên mezinên wî welatî çendîn hevdîtinan pêkanî û beşdarî civîneke berfireha cemawerî û her wiha vekirina çend projeyeke çandî û xizmetguzariya bajarê Amedê kir.

Li roja dûyema serdana Amedê de Serok Barzanî serdana Bajarvaniya Mezina Amedê kir û li gel Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê civiya û piştî hevdîtinek civîneke rojnamevaniya hevbeş jî saz kirin

Nûçeyên têkildar