Serok Barzanî: Amed mala me ye û Hewlêr jî mala we ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şaredarê Amedê Osman Baydemir piştî civîna wan li Amedê kongreyeke rojnamevaniyê lidarxistin û her du aliyan piştgiriya pêvajoya aştiyê kirin. Barzanî diyar kir ku mebesta serdana wan tenê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ye û spasya gavên Ocalan û Erdogan jî kirin.
Di destpêka kongreya rojnamevaniyê de, Baydemir bixêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê kir û got "Îro rojeke dîrokî ye li Amedê". Baydemir ragihand ku Amed mala Barzanî ye û got jî Hewlêr û Mehabad jî mala hemû Kurdan e.
Şaredarê Amedê herwiha hêvî xwest ev serdan bibe sedema biratî û tevahiya navbera gelê Kurd û got "Barzanî jî mîna Ebdulla Ocalan û Receb Teyib Erdogan cihê destê wî di pêvajoya aştiyê de diyar e."
Piştre, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sipasiya bixêrhatina Baydemir kir û got "Hatina me bo Amedê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ye, em hatine silavê gelê Kurdistanê li Başûr bigihînin Amedê, em hatine bêjin ku em gelekî aştîxwaz in û em destê ji birayên me yên Tirk, Ereb û Faris re dirêj dikin."
Barzanî sipasiya hewlên rêberê girtiyê PKKê Ebdulla Ocalan û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir ku pêvajoya aştiyê destpêk kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji gelê Kurd kir ku bi sebirê bikişînin heta bigihin aştiyê û got "Pêvajoya aştiyê wext jê re dive."
Serok Barzanî herwiha got "Tevahî û rêkeftina gelê Kurd ji karên me yên destpêkê ne, ji ber ku di rêya wê rêkeftinê re em dikarin têkiliyên me yên herî baş hebe digel Faris, Ereb û Tirkan de."
Li dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî berê xwe da Baydemir û got "Amed mala me ye û Hewlêr jî mala we ye."




