26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Erdogan li Amedê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Amedê li hev civiyan.

 Civîna ku li Otêla The Green Parkê ya Diyarbekirê pêk hat seetek û 20 deqîqeyan berdewam kir. Hat ragehandin ku di civînê de rewşa dawî ya navçeyê û peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê hatine gotûbêjkirin.

 Hêjayê gotinê ye Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Beşir Atalay, Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu û Alîkarê Musteşarê Serokwezîr Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn.

Nûçeyên têkildar