Çavkaniyek: Nêçîrvan Barzanî sibê bi aliyên siyasî re dicive

Hewlêr-Taybet bo KDP.info/ Li gorî çavkaniyeke taybet Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê Nêçîrvan Barzanî wê sibê duşemê biçe bajarê Silêmaniyê û pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî re gotûbêj bike.
Çavkaniyeke agehdar ji mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bo KDP.info ragehanid ku, biryare kak Nêçîrvan Barzanî ku ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye spartin wê li Silêmaniyê digel berpirsên Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê bicive.
Li gor hindek çavkaniyan çavlirê bû Nêçîrvan Barzanî îro digel berpirsê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa û cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih bicive û derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj bike. Lê Çavkaniyeke agehdar ji KDP.info re ragehand ku ev dîdara han dê sibê roja duşemê be.




