Emerîka bi serdana Serok Barzanî bo Amedê kêfxweş e

Ajans-KDP.info/ Berdevka Wezareta Derve ya Emerîka Jen Psaki kêfxweşiya welatê xwe li hember serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê anî ziman.
Psaki di kongreyeke rojnamevaniyê de derbarê serdana Serok Barzanî bo bajarê Amedê û têkiliyên di navebra Enqere û Hewlêrê de got "Washigton bi pêşveçûna wan têkiliyan kêfxweş e û serdan di qezenca her du aliyan de ne".
Her wiha Jen Psaki diyar kir ku pêwîste pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di rêya dîpolmasî û danûstandinan re bêne çareserkirin û got "Banga bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ewe ku pirsgirêkên xwe di rêya destûr re çareser bikin




