Şivan Perwer û Ibrahîm Tatlises peyamên aştî û biratiyê dan

Amed-Ajans/ Şivan Perwer ku ligel Serokê Herêma Kurdistanê hat Diyarbekirê derket ser dikê, silav xelkê kir û got: " Diyarbekira rengîn, gelê hêja, hevalên delal ev rojeke gelek xweş e. Ev roj ji bo me hemûyan rojeke dîrokî ye. Ji bo min jî rojeke dîrokî ye. Ez 38 salan berê çûme sirgûnê. Gava ku ez ji vir çûm, ez xortekî ciwan bûm lê îro wek yekî kal vegeriyam."
Şivan Perwer da zanîn ku ew ji bo aştiyê hatine Diyarbekirê û wiha axifî: "Îro hatim welatê xwe. Ji vî bajarî, ji vî welatî û ji vî gelî zehf hezdikim. Roj roja biratiyê ye. Gelek kes hatin kuştin, hatin hepiskirin û çûn sirgûnê. Gelek kes di hepsan de perîşan bûn. Êdî wext wextê biratî û aştiyê ye. Hêvîya me Birêz Erdogan û Barzanî ne. Birêz Serokwezîrê me Erdogan bû mîmarê vê roja aştiyê. Serokwezir Erdogan bi rastî jî gavên binecih yên aştiyê avêtin. Ji ber vê ez wî pîroz dikim. Ez ji hemû kesên ku ji bo vê pêvajoyê ked dane pîroz dikim. Destê dostiyê bidin hev û ji hev du hez bikin. Divê êdî mirov wek xwe bin û bi nasnameya xwe bijîn lê di nav biratî, hevaltî û aştiyê de."
Perwer ji bo serdanên din jî got: "Hûnê fermanê bidin em ê bên. Em ê werin Stenbolê, Trabzonê û Enqereyê jî. Hema bi tenê destê biratî û aştiyê bê xwedî nemîne. Cihê kedkarên aştiyê li ser serê me ye."
Her wiha Ibrahîm Tatlises jî di axaftina xwe de diyar kir ku ev roj roja aştiyê ye û ji Şivan Perwer re got 'Ser çava hatî.' Tatlises wiha axifî: " Kî ji bo aştiyê xizmetê bike ew baş e. Em ji navdariyê têr bûn, niha pêwistiya me bi aştiyê heye. Herwiha bila dinya û alem bibîhîze ku eger kurekî min çêbibe ez ê navê wî bikim Bariş an jî Aştî."




