25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erdogan bo cara yekemîn navê Kurdistanê anî ser zimanê xwe

Çavkanî: KDP.info

Amed-Ajans/ Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Amedê axaftinek kir û bo cara yekemîn nave Kurdistanê anî ser zimanê xwe. Erdogan peyamên aştî û çareseriyê da û ragihand, eger Amed pêvajoyê himbêz bike dê gerîlayên PKKê ji çiyê dakevin û girtîgeh jî werin valakirin.

Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan duh (16.11.2013) li Amedê axaftinek kir û peyam û daxuyaniyên girîng dan.

Erdogan bixêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hunermend Şivan Perwer bo Amed û Tirkiyê kir û bo cara yekemîn navê Kurdistanî anî ser zimanê xwe û wiha got: "Ez bixêrhatina Serokê Rêveberiya Kurdistana Iraqê, dost û birayê xwe Birêz Mesûd Barzanî bo Amed û Tirkiyê dikim."

Serokwezîrê Tirkiyê gotinên Mela Mistefa Barzanî yên 81 sal beriya niha û dema ku koçberî Tirkiyê bibû, bibîr anî û diyarkir ku Mela Mistefa Barzanî 81 salan beriya niha ji ber û dema welatê wî hatibû bombebarankirin, berê xwe dabû Tirkiyê û wiha gotibû: "Em li benda wê bûn ku Tirkiye me li darê bide lê em bi kêfxweşî hatin Tirkiyê. Ji ber ku me dixwest eger mirinek hebe jî bila li Tirkiyê be."

Erdogan li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî axivî û diyar kir ku eger Amed pêvajoyê himbêz bike wê çaxê dê girtîgeh bên valakirin û yên li çiyê jî dê dakevin.

Serokwezîr Erdogan hunermend Ehmed Kaya jî bibîr anî û strana wî ya bi navê "Diyarbekir" got û ragihand, xwezî niha Ehmed Kaya jî li vir digel Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises ba û stran gotiba lê mixabin nebû…

Receb Tayîb Erdogan her wiha da zanîn, dê hinek projeyên girîng jî li Amedê veke ku bûdceya wan projeyan herî kêm 500 milyon dolar e.

Erdogan got: " Birayê min ê Diyarbekirî, birayê min ê Kurd, birayê min ê Tirk, birayê min ê Zaza, birayê min ê Ereb, ev komar ya te ye. Ev komar ciqasî ya yê İzmirî ye, çiqasî ya yê Stenbolî ye, çiqas ya yêEnqereyî ye, hewqasî ya te ye jî. Ev dewlet, al ya te ye. Mîna 76 milyonî tu xwediyê vê komarê, vî welatî, vê alê yî."

Her wiha got: " Divê tu ne li cem zaliman, li cem gelê xwe, birayên xwe, ligel mezlûman bî, ya bingehîn ev e. Divê tu piştgirê aştiyê bî, li gel pevçûn û şer nebî. Kek Mesûd evna kir, loma bi ser ket. Loma birayê min Kek Mesûd dîrok nivîsî."

Serokwezîrê Tirkiyê birêz Receb Tayîb Erdogan got: " Gava Diyarbekir aram be, Erbîl dê hê aram be. Ger Diyarbekir aram be, Qamişlo dê hê aram be. Diyarbekir di nav refah, aştiyê de be Tirkiye dê di nav refah, aştî û aramiyê de be."

Erdogan di axaftina xwe de got: " Kesên ji nivîskar, şair, rojnamevan, hunermendên bi deng, gotinên xwe dilê gel fetih kirine re tehemul nekin, nikarin aştiyê bînin heremê. Sezaî Karakoç dibêje Diyarbekir, tene ne ya Tirkan e, Diyarbekir tenê ne ya Kurdan e, Diyarbekir tenê ne ya Ereban e, wek Erbîlê Diyarbekir ya me hemûyan e."

Piştî axaftinê, Erdogan û Serok Barzanî tevlî merasima zewaca 360 keç û xortan bûn

Nûçeyên têkildar