26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî gihişte bakurê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi cilên kurdî gihişte bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê û ji aliyê parlamenter û xelkê bajêr ve hate pêşwazîkirin.

Serok Barzanî bi hevaltiya şandekê ji wan hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer gihişte Bakurê Kurdistanê.

Serok Barzanî bi cilê Kurdî di rêya deriyê Îbrahîm Xelîl yê sînorî re derbasî Bakurê Kurdistanê bû û li wir ji aliyê parlamenterên Kurd û waliyê Şirnexê ve hate pêşwazîkirin û bi kurdî bi xêrhatina wî kirin.

Herwiha xelkê Bakurê Kurdistanê li ser sînor bi slogana “Serok tu bi xêr hatî” pêşwaziya Barzanî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, bi hevlatiya hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer diçin bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.

 

Serok Barzanî wê li Amedê digel Erdogan bicive û bihev re çend projeyan bekin û tevlî şahiya bok û zavayan bibin

Nûçeyên têkildar