26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa û sefîrê Swêdê yê Iraqê li hewlêrê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jorgan Lindsrtom sefîrê Swêdê yê Iraqê û Cesîka Sivart cîgira sefîr û berprisa ofîsa sefaretxaneya Swêdê a li Hewlêrê û şandeya bi wan re ji wezareta derve ya Swêdê, kir.

 

Di civînekê de behsa têkeliyên anvbera herêma Kurdistan û welatê Swêd û mekanîzma pêşxistina wan peywendiyan kir. Berpirsê têkeliyên derve giringiya xurtkirina têkeliyên bi welatê Swêdê re diyar kir û di axaftina xwe de îşaret bi serdana xwe ya bo welatê Swêdê kir.

 

Sefîrê Swêdê jî kêfxweûiya xwe li hember pêşxistina têkeliyên navbera Swêd û Kurdistanê de kir û xwesteka welatê xwe ji bo beşdarbûn di pirosesa geşepêdana herêma Kurdistanê de kir.

Mistefa behsa pirosesa siyasî li herêma Kurdistanê û serkeftina hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Kurdistanê, ber bi pêşûveçûna pirosesa siyasî û demokratîk li Kurdistanê û xebatên ji bona pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

 

Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku, biryare di meha nîsana sala bêt de bên kirin û rewşa aloza Suriyeyê û tesîra wê li ser herêmê mijarên din yên civînê bûn.

 

Her du aliyan tekîd li ser berdewamiya serdanên fermî û dirustkirina pira peywendiyan û yarmetîdana karmendên herêma Kurdistanê di warê pêşxistian şiyanên mirovê de kir.

Nûçeyên têkildar