Pêşveçûnên herêma Kurdistanê pandoreka mezin li bizava kurdî li Rojihelatê Kurdistanê kiriye

Rojnama Evro/ Endamekî serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Êran, diyar dike ku helbijartinên serok komariya Êranê şanogeriyek bo xapandina raya giştî bûye û Êranê bi rêya peywendiyên li gel Emerîka û rojava dixwazbe metirsyên derve li ser xwe kêm bike û li aliyê dî zordariya li ser kurdan û xelkên dî li Êranê roji bi rojê zêdetir dibe û em bawer nakin çu demekê sîstemê niha li Êranê bişêt pirsa kurdî çare bike.
Mihemed Salih Qadirî endamê serkirdayetiya PDK/ Êran û nûnerê wê partiyê li Hewlêrê diyar kir ku li Êranê çu guhertinek dirust nebûye û hatina Rohanî ya li ser desthelatê jî şanogeriyek bû ku beriya helbijartinan hatibû dirust kirin û merema serekî ya berpirsên Êranê jî ew bû da xelk pişkdariyê di helbijartinan da bikin da bi vî rengî careka dî meşrûyetê bidene sîstemê xwe û got: " Me wek partî dîmokiratî Kurdistan/ Êran beriya helbijartinan jî diyar kiribû ku çi kes û hêzek di nav sîstemê niha li Êranê neşêt pirsa kurdî çare bike, sozên Rohanî li bajarên kurdî bo xelkê dabûn jî hemû bo xapandina xelkê û bicih înana pîlanên wan bû û sêdaredanên vê dûmahiyê yên lawên kurd li îranê jî vê rastiyê baş nîşa didet."
Di berdewamiya axivtina xwe da endamê serkirdayetiya PDK/ Êran diyar kir ku piştî hatina Rohanî li ser desthelatê heta niha 150 kes li Êranê hatine sêdaredan û ew yek jî nîşa didet tiştê niha dihêne kirin ji yê serdemê Ehmedî nejadî ku wek kesek tundirew dihate niyasîn kêmtir nînin û bi taybetî jî helwîstê dewleta Êranê li hember kurdan niha ji caran jî tundtir bûye û got: " Herçend hindek kes dibêjin bêdengî heye lê wesa nîne, çunku pêşveçûnên li parçên dî yên Kurdistanê û bi taybetî jî pêşveçûnên li herêma Kurdistanê karîgeriyeka gelek mezin li bizava kurdî li rojihelatê Kurdistanê kirî ye û berpirsên Êranê jî vê yekê baş dibînin û dixwazin bi rêya sêdaredan û kuştina kurdan nehêlin bizava kurdî li wî parçeyî pêş bikeve."
Sebaret bi alozyên di navbera partên kurdî li Rojihelatê Kurdistanê û rexneyên xelkê kurd jî navihatî diyar kir divêt niha partên rojihelat dest bi siyaseteka hekîmane bikin û bizavê bikin xebata siyasî li rojihelat pêşve biben û em wek PDK/ Êran me divêt bi rêya kenalên mudîrin xebatê bikin bo bidestive înana mafê gelê kurd li îranê û got: " Niha me dest bi diyalugê li gel partên dî yên rojihelatê Kurdistanê kirî ye û gelek pêşveçûnên giring jî di wî biyavî da hene û em hîvîdarîn di paşerojê da em bi hêzeka mezintir xebata kurdî li rojihelatê Kurdistanê ber bi pêşve bibeyin."
Mihemed Salih qadirî di berdewamiya axivtina xwe da ew yek jî diyar kir ku em pejakê wek liqek PKK dibînîn û em dijî hindê nînin ku PKK peywendî li gel Êran, Iraq û Turkiya hebe, lê me divêt ew peywendî dijî berjewendiyên gelê kurd nebe, nabbe PKK û hêzên ser bi wê partiyê ji bo berjewendiyên xwe ziyanê bigehîne berjewendiyên netewî li parçên dî yên Kurdistanê û got: " PKK dişêt bo pêşvebirina xebata gelê kurd li parçên dî yên Kurdistanê harîkar be, lê destêwerdan di parçên dî yên Kurdistanê ji aliyê PKK ziyana xwe bo xelkê me heye û ew yek ji aliyê çu partiyekê ve nahête qebûl kirin, dirust kirina partiyan ji aliyê PKK li parçên dî yên Kurdistanê nakokiyan kûr dike û xizmeta çarekirina pirsa kurdî li parçên dî yên Kurdistanê naket."
Endamê serkirdayetiya PDK/ Êran di berdewamiya axivtina xwe da diyar kir pêgehê herêma Kurdistanê delîveyeka gelek baş bo hindê dirust kirî ye da kongirê netewî bihête dirust kirin, beriya niha ew delîve nebûn lê niha dirust bûye û divêt hemû hêzên kurdî jî vê rastiyê baş bidene berçav û li gor vê yekê jî serederiyê li gel herêma Kurdistanê bikin, pêşveçûnên herêma Kurdistanê karîgeriyeka mezin li bizava kurdî li rojihelatê Kurdistanê kirî ye û got: " Êran bizaveka mezin dike da kongirê netewî dirust nebe yan jî li gor daxwaziya wan dirust bibe û herwesa hindek partên kurdî jî bizavê dikin di nav kongirê da hindek tişt li gor berjewendiya wan be, lê em wek PDK/ Êran dibêjîn divêt kongirê netewî li ser binemayê berjewendiyên xelkê Kurdistanê be, çunku hêzên kurdî neçar in kongirê netewî dirust bikin




