kompanî ji 27 welatan beşdariyê di pêşangeha navdewletiya Hewlêrê de dikin

Hewlêr-KDP.info/ Rêvebirê giştiyê kompaniya amadekirina pêşangeha navdewletiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de got ku, 18-21ê vê mehê dê pêşangeha amêr û alavên zîraetê li Hewlêrê bê vekirin û dê nêzîkî 350 kompanî ji 27 welatan beşdariyê tê de bikin.
Herwesa Enwer Ezîz rîvebirê pilandananê behsa giringiya pêşangeha zîraetê kir p got ku, ev pêşangeh dê bibe derfetek û bazarek baş ku herêma Kurdistanê sûd ji amêrên pêşkeftîyên warê çandiniyê ji welatên pêşkeftî werbigire. Kompaniyê beşdar dê teknolojiya nû ya warê çandiniyê di pêşangehê de berçav bikin.
Dê 350 kompanî ku, ji wan 250 kompaniyên biyanî ne ji welatên weke; Hurdin, Îspaniya, Almaniya, Îmarat, Îran, Îtaliya, Beljîka, Poloniya, Tirkiye, Tunis, Suriye, swîsre, Sîrîlanka, Çîn, Îraq, Kuwêt, Kanada, Latviya, Libnan, Meciristan, Misir, Birîtaniya, Siudiye, Hindistan û Holneda û Yonan, beşdariyê bikin.




