Hejamara şehîdên Kobanê gihişt 11 kesan

Kobanê-KDP.info/ Hejmara welatiyên ku di êrişa bombeyî ya Kobanê de jiyana xwe jidest dane gihişt 11 an, 5 ji wan zarok hene.
Duhî duşema 11/11/2013 danê êvarê li hember avahiya Heyva Sor a Kurdistanê li bajarê Kobanî otomobêleke bombekirî ji aliyê xwekujekî ve hat teqandin.
Li gor agahiyên ku gihiştine KDP.info, di êrîşa bombeyî ya duhî li dijî avahiya Heyva Sor a Kurd û Komeleya Mafên Mirovan pêk hat de hejmara welatiyên ku jiyana xwe jidest dane gihişt 11 an û di nava wan de jî 5 zarok hene.
Her weha Hejmara birîndaran jî wekî 23 hate diyarkirin. Di nava birîndaran de 3 jin û 4 zarok jî hene.




