Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî bi merc beşdarî Cinêv 2ê dibe

Ajans-KDP.info/ Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Opozisyona Sûriyê ragehand ku, eger li şûna rejîma Esed hikûmeteke demkî bê avakirin dê beşdarî Konferansa Cinêv 2 bibin.
Duhî duşema 11/11/2013, derbarê konferansa Cinêv 2 de li Stenbolê civînek hat lidarxistin û piştî civînê Hevpeymaniya Niştimanî daxwiyaniyek belav kir û got: " Biryara beşdarbûna konferansê di Lijneya Giştî ya Hevpeymaniyê de hat gotûbêjkirin. Piştre biryar hat dan ku eger li şûna rejîma Esed hikûmeteke demkî bê avakirin dê beşdarî Konferansa Cinêv 2 bibin."
Her weha di encamnameya civînê de hat diyarkirin ku ji bo xebat û hewldanên hikûmeteke demkî bê damezrandin û bi ser bikeve, divê rejîma Esed li gor biryarên navneteweyî tevbigere.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê garantiya vekirina riyên gihandina alîkariyên mirovî bo welatiyên sûrî bê dayîn û girtiyên siyasî serbest bên berdan û herwiha divê her kongreyeke siyasî veguhestineke siyasî encam bide.




