Fuad Husên: Fraksiyona Goran bo kombûna li gel serok Barzanî hatibû vexwandin

Hewlêr-KDP.info/ Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Fuad Husên bersiva fraksiyona Goran û parlemanterên wê û medyayên ser bi evê partîyê ve da û ragihand, ku fraksiyona tevgera Goran jî ji bo kombûna li gel serokê Herêma Kurdistanê hatibû vexwandin, lê ew nehatin. Goran´ê ragihandibû, ku ew bo kombûnê nehatine vexwandin.
Fuad Husên îro duşembe di bareya ew dengo û propagandayên tevgera Goran û fraksiyona wê ya di parlemana Iraqê de ragihand, ku wî bi xwe nûnerê fraksiyona Goran bo kombûnê vexwandiye, lê ew amade nebûne. Husên got: "Di derbarê civîna birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Serok û nûnerên kutle Kurdistaniyên Encumena Nûnerên Iraqê roja 10/11/2013, me ji bo encamdana evê civînê, berê bi awayeke fermî hemû fraksiyonên xwe vexwendibûn bi bêyî jibîrkirina ti aliyekî bi nûnerên fraksiyona tevgera Goran ve jî ku min bi xwe rasterast ew vexwendinji bo evê civînê, lê belê wiha diyare nekarîn di civînê de amade bibin. Di evê derbarî de, me ev rohnkirin bi pêwîst zanî."




