26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Piştî serdanekî fermî ya welatê Îmarat Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt welat

Çavkanî: KRP.org

Piştî serdanekî fermî ya welatê Îmarat û civîn û hevdîtinên li gel Simu Şêx Mihemed Bin Raşîd El Mektum Serok Wezîrê Îmarat û Hakimê Dubayî û Şêx Mihemed Bin Zayîd Mîrnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ku têda dûpat li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan kirin. Piştî nîvroya îro çarşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Berî vegeranê jî li cihê mayîna xwe ya li Îmarat li gel Serokê Jûra Bazirganî û hejmarek ji karsazên Îmarat civiya û tekez li pêşxistina pêwendiya bazirganiya li navbera Herêma Kurdistan û welatê Îmarat hate kirin ku bi awayekî li berjewendiya her du aliyan da bê.

Nûçeyên têkildar