26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herêma Kurdistanê wek dewleteke serbixwe ye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Mijara serxwebûna Kurdistanê di rojeva rojaname û medya cîhanê de ye û di raporteke nû ya rojnameya Washington Post a derbarê Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: "Herêma Kurdistanê wek dewleteke serbixwe ye û di gelek waran de wek dewleteke xwedan serwerî tevdigere."

 

Di raportê de ku ji aliyê Ben Van Heuvelen ve hatiye amadekirin, wiha ahtiye nivîsîn: "Di demekê de ku li piraniya beşên Iraqê kêşe û alozî hene û berdewam li wan bûyerên şîdetê çêdibin, Herêma Kurdistanê bi selametî maye, herwiha bi hevkariya Tirkiyê, Herêma Kurdistanê dixwaze bigihe xewna xwe, ku her ji qedîm ve heye û ew jî xewna sebixweyiyê ye."

 

Di beşekî din ê raportê de behsa wê yekê tê kirin ku berpirsên Herêma Kurdistanê hemû xizmetguzariyek ji xelkê re berdest kirine û wiha hatiye nivîsîn: "Herêma Kurdistanê xwediyê hêzeke xwe ya taybet e û li ser piraniya dezgahên hikûmî yên herêmê, ji dêlva Ala İraqê, Ala Kurdistanê tê dîtin."

 

Raporta Washington Postê wiha berdewam dibe: "Niha piraniya ciwanên Herêma Kurdistanhe bi zimanê Erebî nizanin, ew tenê bi Kurdî diaxifin. Di meseleya peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, herçiqas niha Herêma Kurdistanê heta astekî bilind bi Bexdayê ve hatiye girêdan, ji ber piraniya butçeya wê ji Brxdayê tê, li dibe ku di van nêzîkan de dawî li vêna were, ji ber herêm dibe xwediyê boriya xwe ya petrolê ya taybet."

 

Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî beşekî din ê raportê pêk tînin û di vê derbarê de wiha tê gotin: "Bi paşguhxistina wan nakokiyên ku berê di navbera wan de hebûn, niha di warê aborî û enerjiyê de rêkeftin îmze kirine, ji ber van peywendiyên heyî jî Herêma Kurdistanê di warê aborî de serbixwe dibe, ji ber dibe xwediyê hemû dahata petrola hinardekirî, di van nêzîkan de jî poriya petrolê ya navbera Kurdistanê û Tirkiyê dikeve kar." Basnews

Nûçeyên têkildar