Cîgirê Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Êranê hate kuştin

Ajans-KDP.infp/ Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Êranê bo karûbarên parlamentoyê ji aliyê “çekdarên nenas” ve hat kuştin.
Li gorî ajansa fermî ya Êranê, Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Êranê Sefder Rehmetabadî duhî (10.11.2013) li Meydana Sebelan a Tehranê, li nav otomobîla xwe de rastî êrişa çekdarî hat.
Li gorî nûçeyê, di bûyerê de Rehmetabadî can da. Hat gotin, fîşek li singê wî û yek jî li serê wî ketiye.Piştî bûyerê hêzên polîs derdora cihê bûyerê dorpêç kirin.
Heta niha nehatiyê zanîn ka ew berpirsê êranî ji aliyê kê ve hatiye kuştin




