Hevpeymanîya Kurdistanî pêşnîyarekê bo hilbijartinên Kerkûkê pêşkêş dike

Hevpaymanîya Kurdistanî pêşnîyarekê derbarê encamdana hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê pêşkeş dike.
Di evê derbarê de Serokê komîta qanûnîya parlîyamentê yê bi ser lîsta Hevpaymanîya Kurdistanî Xalid Şiwanî ragihand, ku Kurdan pêşnîyar kirîye ku, hilbijartinên bajêrê Kerkûkê bi heman mîkanîzimên hilbijartinên parêzgehên dinên Iraqê bihê encam dan.
Di evê derbarê de li gorî Radîyo Sawa, Şiwan tekez kir, ku komîteyeka biçûk li parlîyamentê çêbûye bo vexwendina evê pêşnîyarê.
Di derbarê helwêsta alîyên dinên Iraqê, Şiwan got, hevpeymanîya Kurdistanê dê evê mijarê bi alîyên sîyasî re gengeşe bike û got hevpeymanîya Kurdistanî rijde li ser encamdana evê hilibijartinê di demên xwe de.
Wek tê xuyalirin ku bajêrê Kerkûkê ji hilbijartinên navxweyî sala 2009 hatibû cudakirin.




