26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêmin Hewramî: Kurd dê biriyarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Li Turkiya konfransek li ser çawaniya çarekirina pirsa kurd hate sazkirin têda berpirsê peywendiyên derve yê PDK axivî û diyar kir ku ew dixwazin pirsa kurdî bi diyalogê bihête çarekirin û rolê Ocelan di çarekirinê da gelek giring e û divêt Aliyê kurdî û turikî bi rengekî stiratîjîk nêzîkî aştiyê û çarekirina pirsa kurdî bibin.


Li bajêrê Enqere bi destpêşxeriya navenda vekolînên aştî li rojihelata navîn ya nêvdewletî IMPR konfransek li jêr navê (gelê kurd şêweyê aştî, dîmokirasî û çareseryê gengeşe dikin) hate sazkirin û di konfransê da nunerên PDK, YNK û Goran û yekgirtûya Islamî û nûnerên Rojava, Bakur û Rojihelatê Kurdistanê pişkdarî kirin û axivtina vekirina konfransê ji aliyê berpirsê navenda IMPR Ezîz Barzanî ve hate pêşkêş kirin.


Di rûniştina yekê ya konfransê da Hêmin Hewramî berpirsê peywendiyên der ve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK ve axavtinek kir û ragehand ku divêt hemû astengyên li berdem xwandina bi zimanê kurdî li Turkiya bihête rakirin û di qonaxa aştyê da herdu alî bi rengekî stiratîjî nêzîkî qonaxê bibin û got: "Qonaxa aştiyê bi serikevtina aliyekê serinakeve û divêt herdu alî jî qezenc bikin û heke aliyek hizir li binikevtina xwe di qonaxê da bike wê demê pirsa kurd çareser nabe û bo serikevtin û qezenckirina herdu aliyan berdewamiya agirbestê gelek giring e û pêdivî ye Turkiya jî pênigavên berçav bihavêje û rolê Ebdulla Ocelan di qonaxê da gelek giring e."


Di peşeka dî ya axavtina xwe da jî Hewramî diyar kir ku Rojihelata Navîn guhorînên mezin bi xwe dibîne û kurd di Rojihelata Navîn da fakterik serekîne û kurdan bo cîhanê nîşadan ku ew li ser çu aliyek ne metirsîne û di vê demê da aliyekî dî neşêt li ser kurdan biriyaran werbigire û êdî kurd derbarê çarenivîsê xwe dê biriyarê biden û got: "Em ji bo çu welatekî ne dojmnîn û ne metirsîne û em ne gefîn bo sinor û aramiya çi welatekî. Daxwaza me bi tinê eve ku em biratiyek ektîf dirust bikin, di nav biratyê da jiyan bikin û êdî xwîn nehête rêtin."


Hewramî di dawiya axavtina xwe da jî diyar kir ku ew ne pişkekin ji pirsgirêkê lê em pişkekîn ji çareseryê û di vê qonaxê da divêt kongirê netewî bihête sazkirin û got: "Em piştevaniya qonaxa aştyê û dîmokirasyê dikin û li gel aştyê û çareseryê ne."

Nûçeyên têkildar