Qayîmmeqamê Zaxo: Civaka saxlem ji perwerdeka baş peyda dibe

Zaxo-KDP.info/ Di runiştineka taybet da li koçka rêveberiya perwerda Zaxo Xelîl Mehmûd qayîmmeqamê Zaxo digel her yek ji rêveberê perweda Zaxo û serperştiyarên yek û du yên perwerdeyê û liqê Zaxo yê yekîtiya qutabiyên kurdistanê û li demjmêr 9ê sibehêdê kombuneka taybet li dor kêşe û girftên girêdayê pirosêsa perwerdê li Zaxo behskirin.
Di vê kombûnê de qayîmmeqamê Zaxo gotî nahête veşartin hikûmeta herîma kurdistanê her ji destpêkê taku niha dibzavên berdewam daye bo çarekirina van kêşe û girftan lewma divêt em hemî û her yek ji me li cihê xwe kar bike daku ev girfte nemînin dinav bingehên xwendinê de û ew jî got helbet ku civaka saxlem û baş di perwerdeka saxlem û baş derdikevî û jiber hindê divê kar bikin daku kesayetiya takê Kurd liser biniyatê perwerdeka baş bihête avakirin û ev çende jî erkê me hemiyane




