25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kevirbarankirina konsulxaneya Îranê Li Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewler-  KDP.info/ Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de kevirbarankirina konsulxaneya komara Îslamiya Îranê a li Hewlêrê şermezar dike û dibêje ku, ew kesên bi wê kiryarê rabûn û konsulxaneya Îranê li bajarê Hewlêr kevirbaran kirî dê bi dijwarê bên cezakirin.

Ev li jêr daxuyaniya wezreta karûbarên navxwe:

Hijmareke komele û rêxistinên civaka medenî xwestin roja 08.11.2013ê li parka Şaneder li bajarê Hewlêrê xwepêşandenekê bikin û ji bona wergirtina îcazeyê nameyek dan waliyê Hewlêrê. Waliyê Hewlêrê jî, ji munteleqê bawerîbûn bi mafê hevwelatiyan li diyarkirina bîr û hizran, îcaze jê re da. Lê belê piştî xwepêşandan bidawî hatî, mixabin, hindek kes ber bi konsulxaneya komara Îslamiya Îranê ve çûn û karên neqanûnî û têkder encam dan.

Li vir, ev weke wezareta karûbarên navxwe wan karên têkder bi dijwarî îdane û şermezar dikin û encamderên wan karan dê li gor qanûn bên ceza kirin.

Peyvdarê wezaret karûbarên navxwe

Nûçeyên têkildar