26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Roja pêncşemê kombûneka awarte ya kombesta Arabî tê li darxistin

Çavkanî: CNN

Kombesta welatên Arabî ragihand, ku dê roja pêncşemê kombûnekê girêde da ku wezîrên derevayên Araban, agirbesta sist a li navera alîyên Sûrîya de gengeşe bikin.

Di evê derbarê de li gorî malpera" CNN", pilana aştîyê ya ku henardeyê havbeşê kombesta welatên Arabî û Netweyên Yekbûyî (NY) " Kofî Enan" li gorî opozisîyonên Sûrîya bi ciha nehatîye û rastî astengîyekê hatîye ji ber ku hêzên Beşar Elesed heta niha opresîyonên xwe berdewame.

Herweha opozisîyonên Sûriya ragihandin, ku hêzên rejîma Sûrîya bi dehan kes roja çarşemê li bajêrên Edlêb û Hema yê kuştin.

Her di evê derbarê de komîta hemahengîya navxweyîya şoreşa Sûrîya ragihandin, ku " di encama teqîna Muşae El-Tayar 54 kes hatin kuştin jê 13 zarok û 16 jin bûn.